Navenda Festîvalê

 

 

Navenda festîvalê dikeve:

 

Cada Barzan

Taxê Sêgirka  

AA 1007 Duhok. Kurdistan-Îraq

 

 

Bi rêya van jimarên telefonan û adrêsên e-mailê, tu dikarî peywendîyê bi me bikey:

 

 

 

Ofîsa Mêvanan

 

Nafal Binavi

Tel: +964 750 7575565

E-mail:

 

 

 

Navenda Çapemeniyê

 

Navenda çapemeniyê dikeve:

 

 

Cada Barzan

Taxê Sêgirka  

AA 1007 Duhok. Kurdistan-Îraq

 

 

Bi rêya van jimarên telefonan û adrêsên e-mailê, tu dikarî peywendiyê bi me bikey:

 

 

 

Çapemeniya Nvdewletî

 

 

Leticia Ribeiro

 

Tel: +493054719461
Email: 

 

 

Çapemenîya Kurdî

 

 

Bina Qeredaxi

Tel: +964 750 467 4499

 

Email: 

 

 

 

Çûna wêrê & nava bajêr

 

 

 

Rewşa Êmnahiyê

 

 

Piştî li sala 2003-ê hêzên amerîkî hatîne Îraqê, Duhok êk ji wan cihên kêm bûye, ku gelek ya aram bû bo mêvanên biyanî.

 

 

Wek kesekê biyanî, tu dişêy tena di nav kolanan da peyasê bikey, lê  belê çêdibît polîs yan leşker daxwaza nasnameyê ji te biken. Cuda ji gelek welatên dî, ev çend e ne find û fêl in, daxwaza parey jî ji te nahête kirin. Ji egera wê tundkariya li cihên dî yên Îraqê, renge her welatîyekê ne-kurd bihête pişkinîn. Hîvîdar în, nekene dilê xwe. Awirên xelkî, derencamê serhatiyên wan yên berê ne; ji xwe xelkê Duhokê gelek fêrî biyanîyan e û bi dilekê germ xêrhatinê li wan diken.

 

 

 

Çûna Wêrê ?

 

 

 

Kêm rêk dihêne Duhokê, lê pa hatina wêrê hind ya bi zehmet jî nîne.

 

Ji ber ku li Duhokê bixwe hêşta balafirgeh nîne, divêt carê tu bifirîye Hewlêrê û ji wêrê bi teksîyê biçîye Duhokê. Rêk bi otombêlê qûnaxa 3 satan e.

 

Helebet teksî nadene rê heta 4 neferan siwar neken, bihayê wê jî 50 dolarên amerîkî ne.

 

Ji bîr meke, ku li ser rêkên serekî her çend kîlometran serbaz lê hatîne danan. Li danga her gund, bajark û bajarekî jî, xalên pişkinînê hatîne danan. Wek kesekê biyanî, esehî dê pirsyar ji te hête kirin, lê ji ber rewşa heyî li deverên dî yên Îraqê, ev e tiştekê rotînî ye, lê tedbîreka êkcar fer e jî.

 

 

 

 

Çawa dê di nav Duhokê da gerî?

 

 

Heqê teskîyê di nav Duhokê da li dorên 3 000 dîranan e, ku dibine nêzîkî 2 dolar û nîvên amerîkî. Veguhastina giştî bi piranî li ser cadên serekî, cihê rawestiyana pasan û teskîyan li kar e. Pas li beranber hotêla Bexdad radiwestin.

 

 

 

Xwaringeh û Cihên Nivistinê

 

 

Jimareka mezin ya xwargehên biçûk li bazarî yên heyn. Xwaringeha Sedîr, ku ya berniyas e li def xelkê Duhokê, 6000 dînaran bo her şîvekê ji mirovî werdigirît. Xwaringeha Duhok Paradise dikevîte nêzîk sûlavên ciwan yên gelîyê Duhokê. Bi taybet li rojên bêhnvedanê, ew cih pir dibe ji geştyarên Bexdadî û Besrawî. Neferê xwaringehê bi 12 000 dînarên îraqî ne.

 

Ji bilî Jiyan Hotel (Sehke sebaret Duhokê) gelek hotêl dikevne ser herdu rêkên serekî, ewên di nav Duhokê ra diçin.  Bihayên wan ji 24 000 dînaran dest pê diken û heta 74000 dînaran diçin bo her joreka sê-mêrî. Ji ber kêmîya geşt û guzarê, mirov dişêt bazarî li gel wan biket.

 

Hotêla Bircîn dikevîte senterê bajarê Duhokê, ya paqij û serdemîyane ye. Joreka du-mêrî bi 40 dolarên amerîkî ye, têşt jî ya li gel da.

 

Hotêla Jotyar, êk ji hotêlên baş yên bajêrî ye û dikeve ser cada nexweşxaneya Azadî. Nirxên wê di baş in, xwarina têştê jî ya li gel, ku bûfîya vekirî ye.

 

 

 

Dê çawa xwe gehînye holên sînemayê yên festîvalê?

 

 

Suttle bus dê serê her nîv-satê we  ji holeka sînemayê veguhêzîte holeka dî.

 

Holên sînemayê dikevne van cihan:

 

 

Hola konferansan

Cada Govar

Taxê Zanko

KB 1048 Duhok. Kurdistan-Îraq

 

 

Hola Cinemax - Mazimall

Cada Qazi Mihemed

Taxê KRO

AA 1007 Duhok. Kurdistan-Îraq