Ji aliyê rojhelat ve, Parêzgeha Duhokê dikeve di navbera van hêlên dirêj da (42,20-44,22). Ji alîyê bakûr û rojava ve, di navbera zincîreçiyayên (Bêxêr-Şindoxa) li ser sinorê Turkiya û Sûrîyê. 430-450 metran li ser astê deryayê ye, ku Duhokê dikete dergehekê stratejî jibo girêdana Kurdistana Iraqê bi cîhana derve ve. Herweha, bajar xwedan bihayekê aborî û bazirganî ye bo herêmê. Dîroka bajêrî vedigere bo hizarên salan, berî zayînê. Di  serdema aşûrîyan da, Duhok xwedan pêgehekê taybet bû, ne bes di biyavê bazirganî û çandinê da, lê herwesa leşkerî jî da, ku xaleka derbasbûnê bû; ji ber vê çendê aşûrîyan dest dana ser û kire navendeka bacwergirtinê bo emparatorîya xwe. Şkefta (Çarstûn û Şindoxa) girov in bo statusqouya wê ya wî serdemî, ew cihên kanzayên bihagiran lê hatîne dîtin, wek zêr, zîv, sifir û asin.

 

Ew cihê gelek kelhên şûnwarnasî ye, wek kelha (Zefaranîyê), 5 kîlometran li dûrî Zaxo. Kelha (Sabatî), li bakûrê rojhelata gundê Batûfa û kelha (Edmîşn) li ser çiyayê Bêxêr.

 

Ji alîyê dînî ve, bajêr xwedanê bawerîyên cuda-cuda ye (Îslam, Felanî û Êzdîyatî). Parêzgeha Duhokê, navendeka geştyarî ya cuda ye ji cihên dî, ku cihên geştyarî yên balkêş û kêm-wêne lê hene. Piştî serheldana sala 1991 û helbijartinên perlemanî, Hikûmeta Herêmê pûte bi parêzgeha Duhokê da, hem di biyavên bazirganî da hem jî yê geştyarî. (binêre www.krg.org)