Kurdistan hema bibêje rûberê devera Mezopotamyaya dîrokî vedigirit. Wekî yek ji kevintirîn ferheng anko kilturên dinyayê, Mezopotamya ji aliyê piraniya şarezayan ve wekî landika şaristaniyan diêt nasîn. Her li wî cihî nivîsîn peyda bûyê û her wisa serekaniya felsefeyê jî li vê deverê zaye. Dewletên wê yên kevnar û yekcar pêşkevtî, lê ji aliyê civakî ve gelek aloz, bandoreka kûr li ser werara şaristanî û ferhengên rojavayî hebûye.


Filmefestîvala Dihokê ya Navneteweyî dixwazit nasnameya ferhengî ya vê herêmê vebigerînit jibo ko dîsa wekî navendeka pêşkevtinê biêt dîtin û ne cihê hevrrikiyên siyasî. Mezopotamya, ew devera hingê şanazî bi axa xwe ya bixêr-û-bêr dikir, niha jî dikarit kalîte yên baş, sînemayê û dastanan pêşkêş bikit û xwe bi hêzeka hêşta xurttir biînit pêş. Armanca festîvalê nîşandana filmên nûjene ko xwedan bihayên hunerî bin. Zêdebarî vê, dibê şêwazê nivîsînê yê balkêş bit û derheq astê cîhanî derbikevit. Dibê Dihok jibo her kesê dil hebit bitir li ser wan  delîveyan helbibit bibit lêveger, ewên herêmên Kurdan pêşkêşî wan dikin. Merema Festîvala Dihokê çêkirina jîngehekê ye ko ferheng û nirxên mirovan yên cida cida bişên ji hev fêr bibin. Wisa bajar jibo hevdîtina şaristaniyan dibit navendek û ferhenga kevin û ya nûxwaz li vê derê bi hev re diên girêdan, her wisa filmên Kurdî jî bi sînemaya cîhanê re. Serborên hêja di biyavê filman da dê biên komkirin û mirov mereqa biserhilbûnên nû û arezûya xwe jibo sînemayê bi hemî corên wê ve ji kesên dî ra diyar dikit. Yek ji erkên serekî yên festîvalê dê avakirina pirekê bit di navbera berhemînerên filmên Kurdî û filmsazên cîhanê. Ew dixwazit meydanekê jî wekî destpêkek jibo filmên Kurdistanê çê bikit, pêxemet destnîşankirina nebza semtên nû û desteberkirina derfetan jibo vedîtina biyavên nû ko niha ji pîşesaziya filmên hevçerx ra diêt rêkxistin. Wekî sînemayeka bêbevil li vê herêmê, ew xwe wekî kargeheka çêkirna behremendên nû dibînit û bi niyete bibit cihê hevdîtina filmçêkerên nûgehiştî. Bername ne tinê dê hejmareka zêde û hemereng ji berhemên navneteweyî ji sertaserî cîhanê pêşkêş bikin, lê festîvalê li bere ronahiyê jî biêxit ser cihê filmsaziya Kurdî di çarçoveyê filmên cîhanî da. Ew dê hem pûteyî bidit filmên ji her çar parçeyên Kurdistanê (Tirkî,Îran, Îraq û Sûrya) û hem yên der ve jî ko ji aliyê filmsazên Kurd li biyanîstanê hatine çê kirin.


Eve dem hat. Hilon da hizir, wêne, efsane, çîrok, ferheng û filmên Kurdistanê hembêz bikin.


Bixêr hatin Dihokê!

 


Filmefestîvala Dihokê ya Navneteweyî ji aliyê Rêveberiya Gişî ya Rewşenbîrî, Hunerî, Werziş û Lawan ya Dihokê û Rêveberiya Sînemayê her li wî bajarî û bi hevkarî di gel Mîtosfilmê li Berlînê diêt rêkxistin.