Festîval ji gelek pişkan pêk diêt û filmên bi hemî rengan jî werdigirit.

 

SÎNEMAYA CÎHANÎ

Pişka Sînemaya Cîhanî qeftek ji dirêjefiliman, filmên belgenameyî û yên kurt ji sertaserî dinyayê pêşkêş dikit. Ev dîmen ko ji filmên 'auteur' yên hevçerx, li tenişt berhemên filimsazên navdar, filmên behremendên ciwan jî hembêz dikit.

  • Dirêjefilim (Feature Films) filmên aşopî çîrokî ji sertaserî cîhanê ko dirêjahiya wan ji 60 deqîqeyan kêmtir nebit
  • Belgefilim (Documentaries) belgefilim ji sertaserî cîhanê kuo dirêjahiya wan ji 60 deqîqeyan kêmtir nebit. 
  • Kurtefilim (Short Films) dibê demê wan ji 30 deqîqeyan neborit, naverok dişêt aşopî çîrokî yan jî belgefilim bit.

 

SÎNEMAYA KURDÎ

Pişka Sînemaya Kurdî qeftek ji filmên Kurdî pêşkêş dikit; yên dirêj, belgenameyî û kurt ji welatên Kurdîaxêv (Tirkî, Îran, Îraq û Sûrya).

  • Dirêjefilim: filmên aşopî çîrokî ji Kurdistanê (Tirkî, Îran, Îraq û Sûrya) ko dirêjahiya wan ji 60 deqîqeyan kêmtir nebit.
  • Belgefilm: belgefilm ji sertaserî cîhanê ko dirêjahiya wan ji 60 deqîqeyan kêmtir nebit. 
  • Kurtefilm: dibê demê wan ji 30 deqîqeyan neborit, naverok dişêt aşopiyê vegêrayî yan jî belgefilim bit.

 

WÊLATÊ MÊVAN

Filmefestîvala Dihokê ya Navneteweyî her sal behremendên welatekî dikit mêvan û bitir giringî bi sînemaya wî welatî diêt dan, pêxemet çêkirna torên peywendiyan di gel welatê mêvan. 

  • Êkemîn Filmefestîvala Dihokê ya Navneteweyî 2012- Îtalya mêvan bû.
  • Duyemîn Filmefestîvala Dihokê ya Navneteweyî 2013- Elmanya mêvan bû.
  • Sêyemîn Filmefestîvala Dihokê ya Navneteweyî 2015- Frensa mêvane.

 

PÊŞKÊŞKIRINÊN TAYBET

 

Filmefestîvala Dihokê ya Navneteweyî her sal hindek filman pêşKêş dikit û bi hûrî li ser radiwestit. Babet  di cida ne, lê ketwarê Kurdan pêşçav dikin ko di wê salê da cihê qîmetê bûne.  Armanc jê ewe ko dîtin û ramanên nûzayî ji hemî cîhanê ra biên parvekirin.